Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 160 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kir û eşkere kir, 160 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesên din jî ji nexweşiyê baş bûne

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihîşt 20649 kesan, ji wan 1958 kes baş bûne û heta niha 788 kes jî pê mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin