Du leskerên sûrî hatin kustin

Du leskerên sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşa du komên çekdar ên girêdayî HTŞê de, 2 leşkerên sûrî hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye, çekdarên Esaêb El Hemra û Lîwa El Muderat ên girêdayî Rêxistina Tehrîr El Şamê (HTŞ), gelek xalên hêzên rejîma Sûriyê li herêma Qubtan El Cebel a rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hate diyarkirin ku di encamê de 2 leşkerên sûrî û komên alîgirên wê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. 

SOHRê eşkere kir ku şerên dijwar bi çekên giran di navbera her du aliyan de rû dane û çekdarên HTŞê 11ê Adarê jî êrîşî navendên hêzên Şamê yên li herêmên Tifahiye ya li Laziqiyeyê kiribûn û 3 leşkerên Sûriyê di wan êrîşan de hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin