PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Tebqayê ya bajarê Reqayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûriyeye (Rojava) di otomobêlekê de teqîneke bi hêz pêk hatiye, di encama teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeye ragihand ku otomobêla ku teqîn tê de rû daye ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûye.
Rîwangeyê angaşt ku otomobîla HSDê ku mîn û bombe barkirî bûye, li nêzî bendava Tebqayê teqiyaye û di encamê de 5 endamên HSDê canê xwe ji dest dane.
Di derbarê teqînê de heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê HSDê ve nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin