AYM ji bo blokekirina alîkariya xezîneyê ya HDPê dicive

AYM ji bo blokekirina alîkariya xezîneyê ya HDPê dicive

PeyamaKurd – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê (AYM) bi sedema ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê xwe beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serdema 28. a Parlamentoyê nebûye, dê ji bo danîna blokeya alîkariya xezîneyê bo HDPê bicive.

Beriya hilbijartinan jî AYMê biryara blokekirina hesabên HDPê dabû, lê piştî îtiraza partiyê ew bloke hatibû rakirin.

AYM vê carê jî bi sedema ku neketiya hilbijartinê dê ji bo tedbîrê deyne ser alîkariya 400 milyon 228 hezar û 667 lîreyê alîkariya xezîneyê, 19ê Hezîranê bicive û biryarê bide.

Li gorî yasaya partiyên siyasî partiyên ku ji sedî 3yê rêjeya dengan werdigirin dikarin alîkariya xezîneyê bistînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin