PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li belda Karazê (Kocaköy) li dora Çaya Ambarê du kurmamên ji bo xwe hînik bikin ketin ava çem lê nema ji avê derketin. Her dû kurmam ên bi navên Enes Oruç û Mehmet Hüseyin Oruç (14) piştî ji aliyê kesên der û dorê de hatin ferqkirin ku di talûkê de ne, xeberê dan 112 xizmeta lezgîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Piştî wan ji avê derxistin wan birin nexweşxana dewletê ya Karazê lê her du pismam li nexweşxanê can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin