Îran: Me dronên ku li Îsraîlê bidin, çêkirine!

Îran: Me dronên ku li Îsraîlê bidin, çêkirine!

PeyamaKurd- Berpirsên ji artêşa Îranê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan dron ango balafirên bêmirov ên ku bikaribin li axên bin venêrîna Îsraîlê bidin, bi pêş xistine.

Daxuyanî, îro ji aliyê Fermandarê Hêzên Bejahî yê Îranê Keyumars Heyderî ve hat dayîn. Bi rêya daxuyaniyê hat eşkerekirin ku ji bo ku ew bikaribin li bajarên wekî Hayfa û Tel Avîvê yên Îsraîlê bidin, wan dronên menzîldirêj ên kamikaze bi pêş xistine.

Li ser vê yekê, berbirsê Mossadê yê teşkîlata îstîxbaratê ya Îsraîlê David Barnea, Îranê hişyar kir.

Barnea, di hişyariya xwe de ragihand ku heger Îran li dijî Îsraîlê hêza xwe bi kar bîne, dê ji bo Îranê bersiveke xembar bê dayîn.

Di navbera Îran û Îsraîlê de demeke dirêj e ku alozî berdewam in û hewilên Îsraîlê yen li dijberî Îranê, di warê siyasî û dîplomasiyê de dest pê kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin