Amerîkayê li Qamislo baregeheke leskerî ava kir

Amerîkayê li Qamislo baregeheke leskerî ava kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo hêzên Amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê mane, li Qamişlo baregeheke leşkerî hatiye avakirin.

Amerîkayê beriya operasyonên êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê yên Tirkiyê biryara vekişînê wergirtibû û piştre jî ji bo parastina qadên petrolê biryar dabû beşek ji hêzên wan bimînin û ligel HSDê karê hevbeş berdewam bikin.

Li gorî ragihandina jêderên herêmê, hêzên Amerîkî yên li Rojavayê Kurdistanê li gundê Hibo yê rojavayê Qamişlo sewqîyata leşkerî pêk anîn û li cihê ku berê Hêzên Sûriya Demokratîk diman baregeha xwe ava dikin.

Hêzên Amerîkî piştî vekişînê, niha li herêmên petrolê yên Dêrazor, Reqa, Rimêlan, Çilaxa û Hesekê dimînin û parastina wan herêman dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin