Erdogan: Em ê tedbîr û qedexeyan ji Adarê ve rakin û vegerin jiyana normal

Erdogan: Em ê tedbîr û qedexeyan ji Adarê ve rakin û vegerin jiyana normal

PeyamaKurd – Di derbarê tedbîr û qedexeyên li dijî vîrusa Koronayê, Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan do ragihand û got, ew ê tedbîr û qedexeyan, ji Adarê ve bajar bi bajar rakin û vegerin jiyana normal.

Hevdem, Erdogan ragihand ku ew ê qedexeyên derketina derve ya li seranserê welêt li hin li gor rêjeyên bûyerên Koronayê rakin.

Tirkîyê ji ber zêdebûna bûyerên Korona di Berfanbarê de qedexeya derketina ya dawiya hefteyê û pîvanên din diyar kiribû.

Tirkîyê, plan dike ku di 1ê Adarê de, li seranserê welêt dibistanan ji nû ve veke.

Erdogan piştî civîna kabîneya xwe ya li Enqereyê axifî, Erdogan got ku plansazîya ji bo ji nû ve vekirina kafe û xwaringehan, ku bi mehan e hatine girtin, dê di rojên pêş de were ragihandin, û ji hemwelatiyan xwest ku pabendî pîvanan bin. "Em ê heremên xwe li gor rêjeyên pêketin û derzîkirinê wek asta rîska kêm, navîn, bilind û pir bilind dabeş bikin. Ji Adarê ve, em dest bi pêyvajoya normalkirina gav bi gav dikin.”

Erdogan da zanîn, ew bi armanca pirtirkirîna dozên derzîyan, xebatên xwe yên pêwîst didomînin.

Erdogan eşkere kir: "Em di qonaxekê de ne ku em dikarin vê dijwariyê, hinek bi nîşandana, hinekî sebir, bi hinekî bêtir fedakariyê ji bûyîna gefekê derxin"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin