Encama komxebata YEWKURDê: Divê wesangerên Kurd xwe bi rêxistin bikin

Encama komxebata YEWKURDê: Divê wesangerên Kurd xwe bi rêxistin bikin

PeyamaKurd - Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), piştî komxebata xwe ya 6 û 7ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê xwest ku êdî weşangerên Kurd xwe bi rêxistin bikin.

YEWKURDê di daxuyaniya xwe ya piştî komxebatê de got: "divê êdî weşangerên Kurd xwe wekî komele bi rêxistin bikin."

YEWKURDê ragihand ku wan ji bo avakirina Komeleya Weşangerên Kurd, desteya avakar a demkî hilbijartiye.

Di domîna daxuyaniya YEWKURDê de hate ragihandin ku komxebatên weşangerên Kurd bi hevkariya Tora Xebatên Kurdî hatiye lidarxistin.

Wê Komeleya YEWKURDê bê avakirin

Di daxuyaniyê de amaje bi naveroka komxebeatê jî hate kirin û wiha hate gotin:

“Di her du komxebatan de li ser pirsgirêkên weşangeran, pirgirêkên darayî, pirsgirêkên edîtorî û redaktoriyê, zimanekî nivîskî yê hevgirtî, têkîliya di navbera weşanxane û pirtûkfiroşan de, lidarxistin û birêvebirina pêşangeh û rojên pirtûkan û belavkariya berhemên Kurdî gelek nîqaş hatin kirin û di dawiyê de em gihîştin wê encamê ku ji înîsiyatîfekê wêdetir divê êdî weşangerên Kurd xwe wekî komele bi rêxistin bikin.

Ji bo wê jî, me ji bo avakirina komeleyê, desteya avakar a demkî diyar kir. Ev deste dê di heman demê de heta kongreya yekem karê rêveberiya Yekitiya Weşangerên Kurd jî bike.“

Azad Zal, Bawer Berşev, Jêhat Rojhilat, Songul Keskîn, Şêrko Kanîwar wekî desteya avakar a komeleya YEWKURDê hatine desnîşankirin.

Di dawiya daxûniyê de hate aşkerekirin ku YEWKURDê 4 biryar standine û biryarên wê jî wiha ne:

1. Ji bo van xebatan, ji bilî her du komxebatên borî du komxebatên din jî dê bên lidarxistin.

2. Ji bo ku pirtûkên kurdî bigihêjin hemû deran û di hemû xebatên wekî pêşangehan de cih bigirin, bi sazî û dezgehên eleqedar re hevdîtin (lobî û dîplomasî) dê werin kirin.

3. Her wiha, di komxebatê de nexşerêya 2024 û 2025an jî hate diyarkirin. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Weşangerên Kurd van xebatan dide pêşiya xwe:

- Li bajarên Kurdistanê lidarxistina pêşangehan û rojên pirtûkan

- Tevlêbûna pêşangehên pirtûkan ên navneteweyî

4. Piştî encamdana komxebatê hesabên medyaya civakî yên Yekîtiya Weşangerên Kurd jî hatine vekirin û ev in: Instagram: yewkurd, X: @yewkurd"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin