PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşinyan, bang li Gurcîstan û Azerbaycanê kir ku dev ji gotinên dijminane berdin û dest bi hevdîtinan bikin.
Nikol Paşinyan, di axaftina xwe ya di derbarê rojevê de bal kişand ser formata destpêkirina hevdîtinên navbera Ermenîstan, Gurcîstan û Azerbaycanê.
Paşinyan li ser mijarê got, “Fikirek hebû ku Formata destpêkirina hevdîtinên navbera Ermenîstan, Gurcîstan û Azerbaycanê ku li Kafkasyaya Başûr werin kirin û ez wisa bawer dikim ku ew fikir hîn jî derbasdariya xwe diparêze. Ev, ne fikireke nû ye. Min her dem piştgiriya vê fikirê kiriye, lê belê gelek girîng e, min formuleke bingehîn pêşniyaz kiribû. Ev platform, divê beriya beriya her tiştî ji bo ku gotinên kîn û buxdê ji holê rabin, bê bikaranîn.”
Serokwezîrê Ermenîstanê, ji serokên dewletên ku rakirina gotinên dijminane ya ji holê bên rakirin qebûl dikin xwest ku daxuyaniyeke fermî ya ku bibe nîşaneya hevkariyê bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin