Ji parêzgehên din hatina nav Hewlêrê heta 7ê Adarê hat qedexekirin

Ji parêzgehên din hatina nav Hewlêrê heta 7ê Adarê hat qedexekirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Bazgehên Parêzgeha Hewlêrê geştiyar û welatî agahdar kirin ku îşev ji demjimêr 24:00ê pê ve li ser biryara Jûra Operasyonan a Rûbirûbûna Koronayê ji parêzgehên din hatina nav parêzgeha Hewlêrê tê girtin.

Rêveberê Bazgehên Hewlêrê Selam Xoşnaw ragihand ku ji demjimêr 24:00ê îşev, hemû bazgehên têketina nav Hewlêrê, ji parêzgehên din ên naverast û başûrê Iraqê dê werin girtin û rê li ti welatiyekî û geştyarekî nayê dayîn ku têkevin parêzgeha Hewlêrê.

Selam Xoşnaw ji welatiyên ku dixwazin roja dawî ya hefteyê werin parêzgeha Hewlêrê daxwaz kir; piştî demjimêr 24:00ê şeva çarşemê neyên û dernekevin rê, ji ber ku li gor biryara jûra operasyonan, bi ti awayî rê nayê dayîn kesek bikeve nav Hewlêrê.

Xoşnaw diyar kir, çûnûhatina li nav bajarê Hewlêrê asayî ye, tenê rê li welatî û geştiyarên parêzgehên din nayê dayîn ku bikevin nav Hewlêrê, biryar ji demjimêr 24:00ê îşev dest pê dike heta şeva şemiyê bazgeh dê girtî bimînin.

Li gor biryara Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê, bazgehên parêzgeha Hewlêrê ligel parêzgehên din ên Iraqê ji roja 5 heta 7ê Adara 2021ê girtî bin, ji bilî hatûçûna şandên fermî yên hikûmetê û dîplomatîk û Hevpeymaniya Navdewletî û ajansên Neteweyên Yekbûyî, rê ji kesî re nayê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin