PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski desteka xwe ji bo serokwezîrê Iraqê yê niha ji bo Muhammed Şiya Sudani ragihand û got ku Iraq bi xebatkar û dezgeyên xwe ve xebatên ji bo parastina hêzên koalîsyonê dike, destek dike. Alina Romanowski di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Xê de ragihand ku îstîqrara mayînde ya li Iraqê ji bo aboriya Iraqê weke garantiye û gelek girîng e.
Romanowski di mijara darizandina ew kesên ku êrîşê dibin ser xebatkarên kolaîsyonê û tesîsên Amerîkayê yên li Iraqê, bi biyarbûna hukumeta Iraqê teqdîr kir û got:
“Niha wexta ketina nav tebgerêye û sitendina encamê ye.”
Hêzên tarî di 8ê mehê de bi 10 fuzeyan zêdetir êrîşê ser balyozxana Amerîkayê ya li ‘Xetta Kesk’ ya Bexdayê kiribûn. Serokwezîr Sûdanî pêwendîdaran wezîfedar kiribû da êrîşkeran bibînin wan bi darizînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin