PeyamaKurd - PDK û Goran û Komel û Yekgirtû ji ber sextekariyên YNKê û binpêkirinên wê ji proseya hilbijartinan re li bajarê Koyê, hilbijartinên wî bajerokî qebûl nakin.
Di civîneke rojnamevanî de nûnerên herçar aliyên siyasî tekez kirin ku sextekariyeke mezin li Koyê hatiye kirin û ew encamên hilbijartinan li Koyê qebûl nakin.
Ew herçar partiyên siyasî dibêjin, berpirsên YNKê derbasî nava navendên dengdanê dibin û guvaşê li xelkê dikin û ew navend kirine serbazgehên leşkerî. Herwiha ew berpirsên YNKê mercên komîsyona hilbijartina cîbicî nakin û ew dê li dijî YNKê gilî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin