PeyamaKurd- Li Kerkûkê li navçeya Hewîceyê, 2 kesên sivîl ji aliyê IŞÎDê ve hatin revandin.
Li gorî agahiyên çapemeniya Kurdî, duh bi şev çekdarên IŞÎDê li Kerkûkê li navçeya Hewîceyê du kesên sivîl revandine. Çekdarên IŞÎDê cil û bergên serbazên Artêşa Iraqê li xwe kirine û hatine sivîl revandine.
Heta niha navên kesên revandî nehate zelalkirin û nayê zanîn ku kesên hatine revandin Kurd in, an Ereb.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin