407 DAISiyên ji welatên cuda hatin girtin

407 DAISiyên ji welatên cuda hatin girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li serserê Afganistanê  bi giştî 407 endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatin girtin ku hemû jî ji derveyî welat bûn.

Serokê Saziya Ewlehiya Afganistanê Ehmed Ziya Sirac di civîne rojnemavanî de ragihand, 407 endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatine girtin ku hemû jî ji welatên cuda bûn.

Sirac herwiha da xuyakirin ku hatiye tespîtkirin ew hemû DAIŞîyên hatine girtin tiliya wan di tawanên li Afganistanê û welatên din de hebûye û destnîşan kir, ji bo wan DAIŞîyan bi 14 welatan re di nav pêwendiyê de ne.

Ehmed Ziya Sirac daxwaza hevkariyê ji welatên cîhanê kir daku bikarin pirsa terorê çareser bikin û got, heger ev neyê kirin dê hemû welatên cîhanê di bin metirsiya terorê de bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin