PeyamaKurd – Li bajarokê Ziluiye yê ser bi parêzgeha Selahedîn a li bakurê Bexdayê, bombeyek di karwaneke polîsê federal ê Iraqê de teqiya û di encama êrîşê de 2 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.
Çapemeniya Iraqê belav kir, îro 23.04.2022yê bombeyek li bajarokê Ziluiye di karwaneke lîwaya erkên taybet ên polîsê federal de teqiya ye.
Herwiha hat eşkerekirin, ji ber teqîna wê bombeyê du polîsên lîwaya erkên taybet can dane, 2 polîsên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin