PeyamaKurd - Li gor ENKSê, perpirsê rewşa xerab a welatiyên Rojavayê Kurdistanê PYD e ye. Ji ber vê rewşa xerab a li Rojava, bo alîkariyên mirovî, daxwaz ji civaka navdewletî kir, da ku alîkariyan bigîhinin deverê.
Di daxuyaniyekê da, Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS ragihand, semyanên Rojavayê Kurdistanê di destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê da ye û ew ji rewşa xerab a welatiyan, berpirsyar e.
Herwiha ENKS daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir, ku alîkariyên mirovî bigihîne welatiyên deverê.
ENKS daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir, ku zextê li Tirkiyê bike da ku rê li ber ava vexwarinê bo bajarê Hesekê veke.
Di daxuyaniya xwe de ENKSê daxwaza serbestberdana kesên hatine revandin û rawestandina leşkeriya neçar û revandina zarokan ji bo leşkeriyê ji aliyê hêzên ser bi PYD ve kir û da zanîn ku ev kiryar, rewşa welatiyan zehmetir dike û dilgiraniyê çêdike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin