PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Xarpêtê li navça Sivrice bi pileya 3,5 erdhej çêbû. Ragihandin ji aliyê AFAD ê de hat kirin. Erdhej di roja 18.10.2022an de, siet di 20.17an de qewimiye, navend navça Sivrice ye, pileya erdhejê 3.5 e û di bin erdê de di 7 km yan de çêbûye.
Parêzgeha Xarpêtê jî heman rêjeyan ragihand û got ku tîmên pêwendîdar gihane ciyê erdhejê û heya niha bûyerekî nexweş neqewimiye. Xebatên wan dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin