Agir bi dibistana 863 xwendekar tê de bûn ket

Agir bi dibistana 863 xwendekar tê de bûn ket

PeyamaKurd – Li nehiyeya Hacîawa ya girêdayî qezaya Ranya ya îdareya serbixwe ya Raperînê, îro 6ê Çile ji ber sobeya neftê agir bi dibistanekê ket.

Tîma berevaniya şaristaniya Hacîawayê ragihandiye: “Îro 06.01.2022yê binkeyê berevaniya şaristaniya Hacîawa hat agahdar kirin ku bûyereke agir pêketinê heye li dibistana Hîran a seretayî ya taxa Daban û piştî em agahdar bûn, tîmên binkeyê bi serpereştiya efserê binkeyê ve gihîşt cihê bûyerê û agir hate kontrol kirin.”

Hat diyarkirin ku rema agir bi dibistanê ket, di nav dibistanê de 863 xwandekar hebûn û hemû xwandekar û mamoste ji nav agir bi selametî hatine derxistin û ti ziyaneke canî çênebûye.

Li ser sedema agirpêketinê jî hat diyarkirin ku agir ji sobeya neftê bi dibistanê ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin