PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di vegera Ukraynayê de li ser Rojava daxuyaniyek da. Erdogan ragihand ku divê ew li ser vê mijarê, gavên zêdetir bihavêjin û ew ligel Rusyayê, hevkariya xwe ya di vî warî de berdewam dikin.
Recep Tayip Erdogan, pirsên rojnamevanan bersivandin û li ser hegera hevdîtina bi Şamê re û rewşa Rojava, daxuyaniyek da. Erdogan bal kişand ser pêwendiyan û got,
“Divê em bi Sûriyeyê re gavên zêdetir bihavêjin. Gava em van gavan bihavêjin, li vê erdnîgariya ku em cînarên cîhana Îslamê ne, em ê gelek lîstikan betal bikin. Çavên me ne li axa Sûriyeyê ne. Gelê Sûriyeyê xwişk û birayên me ne. Yekîtiya axa wan, ji bo me girîng e. Divê rejîm vê yekê fêm bike.”
Li ser hegera operasyonê agahî dan
Erdogan, li ser hegera operasyona li dijî Rojava jî axivî û got,
“Em di her gava ku niha dihavêjin de bi hêzên xwe yên ewlehiyê, bi îstîxbarata xwe û bi Wezareta xwe ya Berevaniyê, ligel Rusyayê di nav pêwendiyê de ne. Hevalên me bi berdewamî di nav hevdîtinan de ne. Ez jî di hevdîtinên xwe yên ligel Birêz Vladimir Putin de dibêjim ku em vê pêvajoyê saxlem bikin.
Mînaka dawî jî rêwîtiya min a Soçiyê bû ku Suriye ji bo me hevdîtineke girîng bû û xala hevdîtinê jî ev bû. Çi ez, çi Vladimir Putin, çi wezîrên me yên karên derve û berevaniyê, em hevdîtinan berdewam dikin. Wekî mînak, em niha dixwazin ku li Îranê, em wan xebatan li wê derê bi bandortir bi rê ve bibin lê ev yek pêk nehat.
Em jî niha ligel Rusyayê vê hevkariya xwe bi biryardarî dewam dikin. Em ê di pêvajoya ji niha û pê ve de jî wisa berdewam bikin.”
Serokomarê Tirkiyeyê bal kişand ser piştgiriya hêzên Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li Rojava û got,
“Di serî de Amerîka û hêzên koalîsyonê, ew li Sûriyeyê terorê xwedî dikin û hîn jî vê yekê berdewam dikin.”
Erdogan, li ser hegera hevdîtina Şam û Enqereyê jî da zanîn ku di siyasetê de xeyd nabe. Divê mirov di her kêliyê de li derfeta hevdîtinê bigere.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin