PeyamaKurd - Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina bi navê Ketîbeya Siltan Mûrad gundiyên bajarê Efrînê ji gundên wan derdixin û dest didin ser malên wan.
Li gorî nûçeyeke Rûdawê çavkaniyekî ji herêmê ragihandiye ku roja şemiyê çekdarên girêdayî Ketîbeya Siltan Mûrad 5 malbat ji gundê wan ê bi navê Barafa derxistine.
Li gorî nûçeyê niha ji xelkê wî gundî tenê 3 zilam mane û beriya niha jî wan çekdaran 8 malbatên din ji gundê wan derxistine.
Wî çavkanî anî ziman ku çekdarên koma Siltan Mûradê li hemberî xelkê bi awayekî gelek xerab tevdigerin û malên wan talan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin