Cibûrî dixwaze rojavayê Iraqê têkeve bin îdereya Herêma Kurdistanê

Cibûrî dixwaze rojavayê Iraqê têkeve bin îdereya Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd –  Siyasetmedarê Iraqê Meşan Cibûrî jî, piştî daxwaza Parlementerê fraksiyona El Fetîh Samir Zeydan li ser cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, daxwaz kir rojavayê Iraqê tekeve bin îdareya Herêma Kurdistanê.

Parlementerê kutleya Sadqun ku ser bi Esaîb Ehlîheq ve ye Samr Zeyban, ji ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: "Cihêbûna Herêma Kurdistanê, baştir e ji bo Ereb û Kurdan.’’

Siyasetmedar û Parlementerê berê yê Iraqê Meşan Cibûrî, bersiva Samir Zeyban da û wiha got: ‘’Parlementar Samir Zeyban, pêşniyaza cudabûna Herêma Kurdistanê kiriye, ji bo Iraq bibe dewleteke zêde ya xelkê Şîe, lêbelê ez daxwaz li Zeyban dikim li ser pêşniyaza herêmeke ji bo parêzgehên rojavayê Iraqê were damezrandin. Belkî wê demê şêniyên herêmê daxwaz bikin bikevin bin îdareya Herêma Kurdistanê, lebelê dewleteke medenî berfireh û ayînî de, ku welatên cîran jî qebûl bikin.’’

Herwiha Meşan Cibûrî dide zanîn, şêniyên herêma rojavayê Iraqê, wê biryarê bidin bê tekêvin bin îdereya Herêma Kurdistanê yan jî Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin