Du rêveberên PAKê li Îzmîrê hatin binçavkirin

Du rêveberên PAKê li Îzmîrê hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku du rêveberên bi navên Feyyaz Ekmen û Siraç Kirici li Balafirxaneya Îzmîrê hatine binçavkirin.

Buroya çapemeniyê ya PAKê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser binçavkirina herdu rêveberên xwe şermezar kir û xwest demildest werin berdan.

Li gor daxuyaniya PAKê Feyyaz Ekmen û Siraç Kirici doh 22yê Mijdarê dema ji Almanyayê vegeriyan bajarê Tirkiye Îzmîrê li balafirxaneyên hatin binçavkirin û hîn jî li navenda asayîşê têne girtin.

PAKê diyar kir ku sedema binçavkirina wan hîn nediyar e û parêzerên wan li ser kar dikin ku dê îro herdu hevalên wan derkevin pêşberî dadgehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin