Efrîn | Koma çekdar Feyleq El-Sam 7 welatî revandin

Efrîn | Koma çekdar Feyleq El-Sam 7 welatî revandin

PeyamaKurd - Çekdarên koma Feyleq El-Şam, bi tohmeta ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû û fîdyê ji wan bistîne, roja 29ê Gulanê 7 welatî ji gundê Basûtê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê diyar kir, roja 29ê Gulanê 7 welatî ji gundê Basûtê revandin û kesên hatine revandin navên wan wiha ne: Hesen Zekî Hemşo, Necîb Misto Xelîl, Ehmed Ebdulrehman, Kawa Beta Xidir, Peyman Mihemed Tahabaş, Xalid Ehmed Receb û Elî Xelîl Xalid.

Rêxistinê di raporteke din de daye zanîn, roja 30ê Gulanê, çekdarên Feyleq El-Şamê, li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa 4 malbat ji malên wan derxistin û dest danîn ser malên wan.

Herwiha koma Weqas jî li gundên Hêkiçê, Merwaniya Jêrin, Marwaniya Jorin, Senarê û Anqelê yên navçeya Cindirêsê bac danîne ser berhemên çandiniyê ku her cotkarek bixwaze berhemên xwe bibe li bazarê bifiroşe divê bacê bide çekdaran.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dide zanîn, her welatiyekî Kurd li Efrînê ji aliyê komên çekdaran ve tê revandin, tohmeta “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe, di demekê de ku ti kesekî Ereb an Tirkmen bi tohmeta ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin