PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li girtîgeha bajarê Kerecê yê Îranê li qawîşa mehkûmên tilyakê alozî derketiye û girtiyek hatiye kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Serdozgerê Eyaleta Elburzê Huseyîn Fazlî Herikendi derbarê bûyerê de ragihandiye ku alozî li beşa girtiyên tilyakê rû daye ku girtiyekî dema pevçûnê jiyana xwe ji dest daye û hejmarek jî birîndar hene.
Hatiye diyarkirin ku piştî destwerdana hêzên ewlekariyê alozî bidawî bûye, hin girtî li nav girtîgehê têne tedawîkirin 2 kesên rewşa wan giran jî bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Li aliyê din li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê piştî ji bo înfazkirina cezayê îdamê ya girtîyekî li qawîşa 4an a girtîgeha Kerecê girtiyan serî hildaye û di encama destwerdana hêzên Îranê de jî kuştî û birîndar çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin