PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, dema operasyona girtina tawanbarekî madeyên hişber, karmendekî asayîşê can da.
Li taxa Şêx Ebas a Silêmaniyê hêzên ewlekariyê ji bo girtina gumanbarekî operasyon kirin û dema operasyonî kesê gumanbar bi guleyan êrîşî hêzên ewlehiyê kir û karmendê ewlehiyê Tebîn Cemal bi giranî birîndar bû.
Hat diyarikirin ku Cemal tevî hemû destwerdanên pizîşkî jî nehatiye rizgarkirin û can daye.
Hat zanîn Temîn Cemal ê 40 salî bavê 3 zarokan bûye û hevjîna wî jî ducanî bûye.
Hat ragihandin ku kesê tawanbar N.M.H hatiye girtin û ji bo tawanên kuştina qestî û bazirganiya tilyakê lêpirsîna wî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin