Hisiça | Endamekî asayîsê di êrîsa DAISê de can da

Hisiça | Endamekî asayîsê di êrîsa DAISê de can da

PeyamaKurd – Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di êrîşeke endamên DAIŞê de li ser xaleke kontrolê ya Hêzên Asayîşê li taxa El-Amrana li başûrrojavayê bajarê Hisiça yê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Rewangeha Sûriyeyê ya ji bo Mafê Mirovan (SOHR)ê ragihand ku endamekî asayîşa Rojavayê Kurdistanê li taxa El-Amrana bajarê Hisiçayê di êrîşeke çekdarên DAIŞê de canê xwe ji dest daye. 

SOHRê her weha diyar kir ku ji serê vê salê (2025)an ve, di pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de heta niha, 7 endamên HSDyê canê xwe ji dest dane û 2 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin