Ji Diyarbekirê bo Almanya seferên balafiran destpêdikin

Ji Diyarbekirê bo Almanya seferên balafiran destpêdikin

Ji Diyarbekirê bo Almanya seferên balafiran yên rasterast destpêdikin. Sefera ewilî di 19ê Hezîranê de destpêdike.

Ji balafirgeha Diyarbekirê bo 3 bajarên Almanya, sefer di 19ê hezîranê de ji aliyê şîrketa SunExpressê ve destpêdike. Frankfurt, Dusseldorf û Hannover her sê bajarên Almanya ne ku balafir herin lê deynin. Ji bilî van 3 bajêran seferên ku rasterast nînin lê ji Tirkiye, di ser bajarên din de bo 19 bajarên Awrûpayê tên kirin hene.

Dema Diyarbekir dest bi seferan bike, wê bajarên der û dor yên Kurdistanê hemû bandorên erênî bi van seferan li Diyarbekirê bikin.

Ragihandin di resepsiyonekê de ji aliyê parêzgerê Diyarbekir û cîgirê rêvebirê giştî yê SunExpressê ve hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin