Seredana rojavayiyan bo Kremlînê îşaret dide ku ‘kî kiye’ bo wan ne girînge lê seredan îşaret dikin ku di pêwendiyên navdewletî de, pêwendiyên bi Awrasyayê re dikeve pêvajoyeka nû.
Putin çawa hilbijartinan qezenc kir, li ber derê Kremlînê qelebalixa ziyaretvanan çêbû. Serpereştên Awrûpa bo destê wî kesê bi navê “Tiran” an “Çarê Rûsyayê yê Xerab” dinavînin, bo bi destê wî bigrin adeta ketin dorê. Ev seredan nîşan da ku “kî kiye” bo wan ne girîng e lê di heman demê de, îşareta girîngiya destpêka têkiliyên bi Awrasyayê re ye. Di vir de tişta bingehîn ew e ku Putin di derbarê sedemên van seredanan de çi difikire. Lê ti kes vê pirse heya niha ji mezinê Rûsyayê nepirsî.
Medya Rûsyayê dinivsîne ku şerê bazirganî yê di navbera Yekîtiya Awrûpayê û Amerîka de, Yekîtiya Awrûpayê ber bi Rûsyayê ve dide. Medya ya layangirê Kremlînê, di weşanên xwe de, xwenêzîkkirina Awrûpayiyan ber bi Rûsyayê ve, dike malê siyaseta rast ya Putin, weka ku cejnek tê pîrozkirin. Heya do Putin, bi bikaranîna çekên kîmyewî tewanbar dikirin lê îro her dû mezinên Awrûpayê bi destê Putin girtine û weka Rûsya ji vê kiryarê razî bin.
Lê li Rûsyayê herkes dizane ku her tişt ne weka ku medya pêşkêşî raya giştî dike ye. Serokê Almanya, li bajarê Soçiyê bi Putin re dema diaxifî, diyar kir ku nema Rûsya dikare dagere nava G8 an. Weka Merkel, serokkomarê Fransayê Macron jî, ji bilî tiştekî weka şeklî, tişteke nû bidestnexist. Piştî seredana Merkel û Macron, serokwezîr û serokkomarê Bûlgaristanê jî hat Rûsyayê û tevî lêborîna xwe xwestin, Rûsya zêde guh neda wan. Di encamê de Awrûpî yek tiştek bidestxistin ku ew jî çêkirina xettên xaza xwezayi ye. Tevî aşkeraye ku wê bi nerazîbûna Ûkraynayê proje betal nebe jî, di projeyê de tişteka nûh tine ye. Eger em bi vê nêrînê li mijarê binêrin, em ê bibînin ku di seredana xwe de, perên ku bi bacên xelkê xwe serf kirine û dane balafiran, ji wan çû.
Ji derve de hal weha xuya dike lê esas sedema çûn û hata Yekîtiya Awrûpaye û seredana Îsraîlê pêvajoya Astana ye. Lê dema Macron dibêje wan “Rûsya û Tirkiyê ji hev veqetand”, Merkel bo projeya xazê garantî dide, serokê Bûlgar dibêje ku ew dikarin xeta başûr çêbikin, esas tişta ku rojavayiyan aciz dike hevkariya Tirkiye-Îran-Rûsyayê ye. Amerîka li hemberê Tirkiye û Îranê operasyonan dike û di ser Awrûpa de dixwaze Rûsyayê razî bike û ji wan veqetîne. Yanî rojavayî nikarin her sê dewletan bi hevre bixun lê dixwazin loqa xwe ji hev perçe bikin.
Her sê dewletên Astanayê di çi halî de ne?
Weka ku medya Rûsyayê bi eleqeya Yekîtiya Awrûpayê serxweş bûye. Li aliyê dinê Rûsya û Îran bi sedema Îsraîlê, pirsgirêkên ji dil û can dijîn. Rûsya bersivê nade êrîşên Îsraîlê yên bo ser baregehên Îranê yên li Sûriyê. Ev kiryar mijarê bêhtir dijwar dike. Mezinên Îraniyan ku li Sûriyê hevkarên Rûsyane, gelek kêm diçin Moskovayê. Lê serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû hema di hemû pîrozbahiyên Rûsya de xwe nîşan dide. Pirsa “gelo peymaneka ku Îran ne tê de ye îmze dike”, Îranê gelek aciz dike. Îran gazin û giliyên xwe di ser rêya Sûriyê de radigihîne.
Rejîma Esed bo li başûrê Sûriyê operasyon bike ser hêzên Artêşa Azad ya Sûriyê, Rûsya ji Amerîka û Îsraîlê xwestiye ku îzin bidin Esedî lê li gor çapemeniyê Amerîka û Îsraîle xwestine ku Îran ji Sûriyê vekişe. Bersiva wezareta karên derve ya Esedî weka nerazîbûna Îranê ye. Wezîrê karên derve yê Esed weha gotiye: “ Ji Sûriyê dê kî vekişe, ne Rûsya lê em ê biryarê bidin.” Sûriye bersiveka weha tund da. Madem nabe ku Esed bersiveka weha ya tund bide Rûsyayê ku Esed li baregaha Hmeymimê tê parastin, ev bersiv divê esas ya Îranê be.
Bloka Amerîka/Awrûpa û Îsraîlê li başûrê Sûriyê zorê dide hevkariya Rûsya û Îranê lê li bakûrê Sûriyê leystikeka dinê dileyîze. Qurnaziyeka Amerîkayê ya din jî; piştî Amerîka beyan kir ku dê ji herêmê vekişe, kir ku Fransa û dewletên kendavê di alikariya bo HSDê de roleka aktîv bigrin ser milên xwe. Çavkaniyên herêmê dibêjin Amerîka tenê unîforma xwe guhertiye. Ew weka ku unîforma NATO û artêşa taybet li xwe kiribe, xwe amade dike da alîkariyê bide YPG/HSDê lê Fransayê derdixe pêş. Dema mirov bi vî çavî li meselê binêre, seredana Rûsyayê tê vateyeka dinê. Wisa xuya dike ku di wê sosîsa ku ji aliyê Macron de bo Putin tê pêşkêşkirin, ne hewceye ku Putin bizanibe di nav de çi heye.
Yekîtiya Awrûpa û Amerîka dixwazin bi planeka qurnazî Astanayê ji hev perçe bikin. Dixwazin dewleta Rûsyayê ji yên din veqetînin. Di van rojan de tişta ku tê gotin, di hevdîtina Trump-Putin de wê çi bidin Putin. Di vî karî de, lobiya Îsraîlê ya ku li Rûsyayê bi bandore, roleka girîng dileyîze. Medya Rûsyayê wisa nîşan dide ku “weka sibê, wê dorpêça ser Rûsyayê ji aliyê rojavahiyan de bê rakirin”, mijarê pêşkêş dike ku ev nîşan dide bê çendîn bi pisporane operasyona têgihiştinê empoze dikin bo raya giştî ya Rûsyayê.
Di navbera Tirkiye û Amerîka de peymana Munbicê çêbû. Medya Rûsyayê ji nêz de dişopîne. Analîzerên Rûsyayê gelek cara dipirsin bê Tirkiye bo mijara Munbicê çi da Amerîkayê? Kesên analîzan dikin, vê mijarê weka nûçegihanê pelişandina Astanayê diaxifin.
Gelo wê Amerîka/YA/Îsraîl karibe Astanayê ji hev belav bike an na, niha nayê zanîn. Lê di şerê grûban de, Macronê ku derketiye ser dike û sosis di destê wî de ye, wê ew sosîsê ew bixwe an bide yekî dinê, wê di nêz de xuya bike.
Eger mirov bifikire; dema yekîtiya Astanayê ji hev belav bibe, dewleta li Sûriyê cîh qezenc bike an Sûriyê bixe destê xwe, ne girîng e, tenê safîtiye. Pelişandina Astanayê, nîşan dide bê wê çi bi serê dahatûya alternatîvên li hemberê rojavahiyan were.
Rojava dixwaze nîşan bide bê avahiyên ku li hemberê wan çêbibin, wê çi bê serê wan. Bi pelişandina Astanayê dixwazin wê nîşanî Awrasyayê bidin.
[ Saslanbek İsaev li bajarê Grozni û İstanbolê dijî. Lêkolîner û rojnamevan e. Di pêwendiyên Rûsya, Kafkasya û Tirkiyê de pispore. ]
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin