PeyamaKurd- Li Hawaiyê, Çiyayê Kilaueayê kete nava tevgerê û car din agir direşîne der û dora xwe. Bi hezaran kes ji ber agirê çiya reviyan an hatin dûrkirin.
Hat ragihand ku di teqîna çiyayê volkanîk de, erdheja ku çend roj berê li herêma Punayê çêbû, bandorê kiriye.
Wêneyên ku bi ‘balafirên bê mirov’ hatine kişandin nîşan didin ku lavên ji nava qelşên erdê dertên, bi qederê 46 metre bilind dibin.
Kesên ku mecbûr man terka herêmê bikin, çûn heremên bi ewle û li wan deran hatin bicîhkirin. Di wêneyên ku bi ‘balafirên bê mirov’ hatine kişandin de xuya dike ku di qelîşên rêyekê de, lavên binê erdê bilind dibin û ew lav ji daristaneka nêzî wê derê, diherike nava qelîştekên rê.
Rêxistina Lêkolînan ya Jeolojyê ya Amerîka ragihand ku alarmê derxistiye asta herî bilind.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin