PeyamaKurd – Di sala 2019an de ji cihana siyasî, rewşenbîrî, edebî û hunerî ya Kurdî gelek navên girîng koça dawiyê kirin. Silo Qiz, Keremê Anqosî, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Izeddîn Mistefa Resûl û Ebdulhemîd Hecî Derwîş, Husên Mawîlî...
- Hunermend û çavdêrê Komkujiya Dêrsimê ya sala1938an Silo Qiz di 14ê Berfanbarê de di 104 saliya xwe de li Dêrsîmê koça dawiyê kir.
- Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ebdulhemîd Hecî Derwîş 24ê Cotmehê ji nav me bar kir.
- Nivîskar û mamosteyê Kurd Prof. Dr. Izeddîn Mistefa Resûl 3yê Cotmehê ser dilovaniya Xwedê.
- Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî, 2yê Cotmehê li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.
- Helbestkarê Kurd ê naskirî Mihemed Omer Osman naskirî bi navê Jeneralî Payîz (Generalê Payîz) 23yê Cotmehê li Silêmaniyê bi destê xwe dawî li jiyana xwe anî.
- Dengbêjê payîzokan, kesê payîzok bi kurdan dan hezkirin, dengê xwediyê payîzoka "Heyran Jaro" Fadilê Cizîrî 26ê Tîrmehê li Batmanê çû ser dilovaniya Xwedê.
- Siyasetmedarê Kurd, Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê yê berê û Parlementerê HDPê yê Mêrsînê yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat, 12ê Tîrmehê li Enqerê koça dawiyê kir.
- Helbestkarê kurd Ferhan Hisê (Seydayê Dilbirîn) di 25ê Nîsanê de, li bajarê Qamişlo di 73 saliya xwe de wefat kir.
- Pêşmergeyê Komara Kurdistanê ya Mehabadê û pasevanê pêşewa Qazî Mihemed, Husên Mawîlî ji ber nexweşînê 8ê Hezîranê di 88 saliya xwe de wefat kir.
- Niviskar û siyasetmedarê kurd Ehmedê Dirihî (Ahmet Kasimoglu) 13ê Gulanê çû ber rehma Xwedê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin