Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

Li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh hat destpêkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku operasyoneke bi beşdariya 3 hezar û 650 leşker û personelên hêzên çekdarên Tirkiyê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Soylu, ev operasyona herî berfireh a li dijî PKKê bi navê ‘Eren Abluka Payîz-Zivistan-18’ tê kirin e.

Hat eşkere kirin ku operasyonê li navenda navçeya Lice ya Diyarbekirê, li Çewlig, Batman û Mûşê hatiye destpêkirin û gelek deverên çiyayî li wan bajaran li xwe digire.

Suleyman Soylu gotiye, di operasyonê de polîsên hêzên taybet û cerdevan jî ligel leşkeran cî digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin