PeyamaKurd- Li bajarê Amedê li navçeya Reza li taxa malên 500 an (500 evler) di araziyekî vala de kesekî ku jiyana xwe ji dest dabû hat dîtin. Cesed hat tesbîtkirin ku aîdê kesê bi navê İsmail Yaka yê 29 saliye.
Kesên ku rastî cesed hatin, agahiyê dan polîsan û tîmên tenduristiyê. Tîmên teduristiyê tesbît kirin ku Yaka jiyana xwe ji dest daye. Cesedê İsmail yaka bo otopsiye birin morga nexweşxaneyê.
Polîs li ser mijarê lêpirsîna xwe dide dewamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin