Li Amedê qedexeya çûnûhatinê

Li Amedê qedexeya çûnûhatinê

PeyamaKurd - Li parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê, herêma Çiyayê Gorusê û herêma navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdanê 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatin ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand ku li navçeya Pîranê herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan û Herêma Çiyayê Gorus ji 3ê Îlonê heta 17ê Îlonê 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Biryara qedexeyê bi armanca, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina ewlehiya raya giştî, parastina asayîşa giştî û maf û azadiyên bingehîn û rêgirîkirina tawanan hatiye wergirtin.”

Parêzgariyê her wiha diyar kir, çûyîna welatiyan a “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” ji bo parastina can û malê wan qedexe ye û kesên biçin dê werin cezakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin