PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Dîcle an ku Pîranê deverên bi navên Kurşunludüzü û Çiyayê Görese di navbera 13-20 Sermawezê de, ji bo 8 rojan çûn û derketina ji wan deveran hat qedexekirin.
Di nav 8 rojên borî de herkesê bixwaze here wan deveran an ji wan deveran derê, divê îzna hêzên asayîşê an qeymeqamî û parêzgehê bistîne.
Biryar, ji aliyê parêzgeha Amedê de hat dayîn û ji parêzgehê ji bo raya giştî hat ragihandin. Bi îhtîmaleka mezin dê di deverên navborî de operasyon bênkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin