PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê trêna ku sefera navbera Mûş-Xarpêtê (Elazığ) dikir, li gundê mûşê yê bi navê Alîzûrûmê (Tandoğan) bi kamyonetekî re li hev ketin û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû.
Li ser rûdanê, tîmên tendursitiyê, AFAD, îtfaiye, polîs û cendirman çûn ciyê bûyerê. Özmen Tuğlacı û Ömer Tuğlacı, di kamyonetê de asê mabûn û tîm wan ji kamyonetê derxistin.
Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya bajarê Mûşê lê Özmen Tuğlacı li nexweşxanê can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin