PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê êrîşeke çekdarî li hember binkeyeke polîsê federal ê Iraqê pêk hat.
Medya Iraqê ragihandiye ku şeva borî 4ê Îlonê hejmarek çekdarên ku nehatiye zanîn bi ser kîjan komê ve ne êrîşî ser binkeyeke polîsê federal a li bajarokê Reşad a Kerkûkê kirine.
Li gorî zanyariyên medyayê 5 polîsên hêzên polîsê federal hatine kuştin ku hîn bi fermî daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin