Li Diyarbekirê partiya DEVA kongreya xwe li dar dixe

Li Diyarbekirê partiya DEVA kongreya xwe li dar dixe

PeyamaKurd – Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, Partiya Demokrasî û Pêşketinê DEVA wê sibê kongreya xwe li dar bixe, ji bo endamên partiya xwe yên wê parêzgehê diyar bike.

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, dê sibê bi xwe serdana Diyarbekirê bike û di destpêkê de bi bazirgan û rêxistinan re bicive, herwiha dê serdana Sûra Diyarbekirê jî bike.

Piştî Diyarbekirê, Partiya DEVA dê li parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê jî kongreya xwe saz bike.

Partiya DEVA heta niha li 52 bajar û 207 bajarokên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê karê xwê yê rêxsitinê temam kiriye û stafên xwe li wan deran diyar kiriye.

Alî Babacan yek ji damezrînerê AK Partî bû, herwiha wezîr, cîgirê serokwezîr û şêwirmendî di AK Partiyê de kir.

Babacan di 8ê Tîrmeha 2019an de dest ji AK Partiyê berda û di 9 Adara 2020an de, Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) damezrand.

Li gor rapirsiyên ku ji par ve heta niha li Tirkiyê hatine kirin, partiya Ali Babacan dengekî pir kêm di hilbijartinên wî welatî de bi dest dixe û rêjeya dengên wê partiyê di navbera ji sedî 1 heta ji sedî 3 tê nîşandan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin