Li Herêma Kurdistanê mêsvanî bipês dikeve: 500 ton hingiv hate hilberandin

Li Herêma Kurdistanê mêsvanî bipês dikeve: 500 ton hingiv hate hilberandin

PeyamaKurd – Di çarçoveya pêngavên kabîneya nehem a Hikûmeta Kurdistanê de ku girîngî bi çandinîyê û berhemên xwemalî tê dayîn, mêşvanî jî li Herêma Kurdistanê bipêş dikeve.

Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê zêdetirî 8 hezar mêşvanên hingiv hene û berhema wan îsal zêdetirî 500 ton bûye ku piştî testan yek ji hingivê herî baş ê cîhanê li Kurdistanê hatiye hilberandin.

Herwiha îsal yekem car hingivê Kurdistanê bo derve jî hate şandin ku hinardeya hingiv a zêdetirî 2 tonan bo Qeterê hate kirin û tê çaverêkirin bo welatên din jîn bê şandin.

Şêwirmendê Wezareta Çandiniyê Rizgar Hemed da zanîn: “Li Herêma Kurdistanê ji Akrê heta Hewlêr, Şarbajêr, Pênciwên û Germiyanê, zêdetirî 8 hezar mêşvan hene. Bi giştî 350 hezar kiwarên wan hene. Plana hinardekirina hingiv ji par ve dest pê kiriye, bi taybetî ku hingivê Kurdistanê kalîteya wê baş e û welat daxwaza wê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin