PeyamaKurd - Serokê Serokatiya Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer derbarê erdheja îro ya bi pileya 5.6 ya bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê de daxuyanî da. Sezer ragihand ku 29 avahî hilweşiyane, welatiyekî can daye û 110 kes jî birîndar bûne.
Yunus Sezer got: “Li vê derê bi awayekî xurt xebatên me yên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Karmendên me yên lêgerîn û rizgarkirinê ku ji Meletî û bajarên derdorê hatin, tîmeke me ya 657 kesî, xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin. Niha li 2 avahiyan xebatên rizgarkirinê berdewam in. Ji bin kavilan 32 welatiyên me bi saxî hatin rizgarkirin.”
Serokê AFADê diyar kir, li herêmê erdhejên domahîk berdewam dikin û ji ber vê yekê ji welatiyan daxwaz kir ku ji bo wergirtina kelûpelên xwe, nekevin nav avahiyên ku xisar dîtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin