PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê Gulanê bi Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê re civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî û Şaxewan Ebdullah kir û rewşa Iraqê ligel wan gotûbêj kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de guherîn û pêşhatên herî dawî û rewşa giştî ya Iraqê hatiye gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya pesendkirina yasaya budceya giştî ya federal û dabînkirina maf û heqên destûrî yên gelê Kurdistanê û piştevanîkirina bicihkirina karnameya wezarî ya hikûmeta federal hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin