PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku 2 leşkerên wan li Idlibê hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
MSBê bi daxuyaniyekê ragihand, herdu leşkerên Tirkiyê di encama êrîşeke asmanî de hatine kuştin, lê diyar nekir bê ew êrîşa asmanî ji aliyê rejîmê ve yan balafirên Rûsyayê ve hatiye kirin.
Wezareta Berevaniyya Tirkiyê herwiha bi zarê çavkaniyên xwecihî ragihandiye ku 50 leşkerên rejîma Sûrî hatine kuştin û 5 tank, 2 wesayîtên zirxî, 2 pîkapên çek li ser wan û obusek bi êrîşên artêşa Tirkiyê hatine ruxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin