PeyamaKurd – Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako beşdarî "Konferansa Herêma Kurdistana - Iraqê, Yekrêzî û Destûr”ê bû. Sako diyar kir: “Herêma Kurdistanê ji bo bingehdanîna herêmeke demokrat û xwedî destûr hemû şiyanên xwe hene.”
Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako di konferansê de da zanîn, ji bo serxistina serdana Papayê Vatîkanê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku Hewlêr û Bexda sûda xêrê ji wê serdanê bibînin.
Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Louis Raphael Sako destnîşan kir: “Pêwîst e serkirde bi ciddî serederiyê li gel guhertinên rasteqîn û mezin de bikin.” Sako herwiha got, pêwîst e destûreke sivîl hebe û li gel rewşa niha guncaw be.
Kardînal Louis Sako eşkere kir: "Pêwîst e em xwe ji yasayên kevin rizgar bikin ku pêwendî bi azadî û warê kesî ve hene." Sako dibêje: “Herêma Kurdistanê ji bo bingehdanîna herêmeke demokrat û xwedî destûr hemû şiyanên xwe hene.”
Li gor nerîna Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û Cîhanê, pêwîst e yasa û destûr li ser bingeha welatîbûn û wekheviyê bê dariştin û wiha berdewam kir: “Di dewleteke sivîl de, welatî bikaribe Kirîstiyan, Misilman an her olekê ji xwe re hilbijêre.”
Louis Sako, tevlîkirina olê bo siyasetê bi xerakirina ol û bihayên wê bi nav dike.
Kardînal Louis Sako diyar kir: “Destûra sivîl garantiya yekgirtin û pirrengiyê dike, demokrasî nabe tenê di rû de be, lê divê garantiya azadî û mafê mirovan bike.”
Herî dawî Louis Sako ji bo vehewandina hezaran awareyan, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin