PeyamaKurd – Amerîka êrîşa ser Koşka Kremlînê û hewla terorkirina Putin red dike.
Roja 3ê Gulana 2023an Çarşemê, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) di daxuyaniyekê de diyar kir, bi dronan êrîşî Koşka Serokatiyê hatiye kirin û armanca êrîşê terorkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bûye.
Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby li ser vê mijarê da zanîn, ev propagandayeke nerast e ku tê gotin Amerîkayê hewla terorkirina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dabe.
Herwiha John Kirby diyar kir, pêwendiya Ukraynayê jî bi wê êrîşê tune ye û di dema encamdana êrîşê de jî, Putin li Koşka Kremlînê nebûye.
Ev di demekê de ye ku Berpirsê Rêveberiya Serbazî ya Kherson yê ser bi hêzên Ukraynayê Oleksandr Prokudin da zanîn, bi mebesta amadekariya ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina navçeya wan, ji êvara roja înê heta dema 58 demjimêran, qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin û ti kes nikare li cadeyan hatûçûnê bike.
Amadekariyên artêşa Ukraynayê ji bo êrîşa berevajî hatine zêdekirin û lîwayên beşdarên operasyonê ketine amadebaşiyê, li gor pêşbîniyan, di çend hefteyên bê de wê destpê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin