Pasdarên Îranê 2 kolberên Kurd kustin

Pasdarên Îranê 2 kolberên Kurd kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Çaldiran ya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Herwiha doh jî li  devera Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû kuştin ku di du rojan de 2 kolber bi guleyên pasdaran têne kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê îro jî ragihand ku îro pasdarên Îranê komek kolberên kurd li devera Çaldiran û li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê dan ber guleyan û kolberekî kurd bi navê Riza Îsmaîlî xelkê gundê Xizirlû yê Çaldiranê hat kuştin.

Doh jî kolberekî kurd bi navê Wezîr Mihemedî (29 salî) û xelkê gundê Heşmîr yê bajarê Selasa Bawecanê hatibû kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin