PeyamaKurd – Hêzên sînor yên Îranê yên li binkeya Besam a Seqizê yên pasdaran ku dikeve rojhalatê Kurdistanê, êrîşên çekdarî birin ser 15 kolberên Kurd. Ji kolberan 5 kolber bi giranî birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanê ji bo dermankirinê û 10 kolberên din şandin dadgehê.
Nasnama 5 birîndaran Siyamek Sohrabî, Hîwa, Xalid, Ebdulah û Keywan in. Li gor ragihandina malpera nûçeyan ya mafên mirovan Hengawê; bûyer di 2 yê Mijdarê de qewimiye.
Heya niha piştî birina dadgehê kes ti agahî ji 10 kolberan negirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin