PeyamaKurd – Rojên betlaneyê li Herêma Kurdistanê wekî 4 roj hatin diyarkirin.
Li gorî salnameya fermî ya Herêma Kurdistanê, wê ji roja yekem a cejnê 16ê Hezîranê heta 19ê Hezîranê bêhnvedana fermî be.
Piştî bidawîbûna bêhnvedana cejnê 20ê Hezîranê hemû saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê dest bi xebatên xwe yên asayî dikin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ragihandibû ku dê bêhnvedana Cejna Qûrbanê li Iraqê ji 16ê Hezîranê heta 20ê wê berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin