PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şevê din li Efrînê motorsikletek hatiye teqandin ku di encama wê teqîna bihêz de, 5 kesan can daye.
Li gor zanyariyên xwecihî teqîn li ser otorêya bajaroka Raco ya Efrînê rûda ku motorsikleteke bombebarkirî hat teqandin.
Çavkaniyên herêmî radigihînin ku di teqînê de 5 kesan can daye û 4 kes jî birîndar bûne.
Ev demeke li Efrînê êrîş bi ser komên çekdar ên opozîsyonê û leşkerên Tirkiyê de pêk tên ku niha Efrîn ji aliyê wan hêzan ve hatiye dagirkirin.
Hêjayî gotinê ye, ev çend roj in li herêmên Ezez, Raî û Babê jî êrîşên bi vî awayî tên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin