PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dê îro Yekşemê 16ê Tîrmehê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa bicihanîna budçeyê serdana Bexdayê bike.
Dê şanda Kurdistanê li Bexdayê bi berpirsên pêwendîdar ên hikûmeta federal a Iraqê re mijara bicihkirina budçeya Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber bicihnekirina budçeyê û mafên darayî yên Kurdistanê, doz li dadgeha federalî vekiribû daku xalên yasaya budçeyê yên dijî bernameya hikûmetê û rêkeftina siyasî werin hilweşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin