Sanda Herêma Kurdistanê, îro diçe Bexdayê

Sanda Herêma Kurdistanê, îro diçe Bexdayê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, îro şandek ji Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa xalên sînorî û çareserkirina hin pirsgirêkan dê serdana Bexdayê bike.

Di agahiyên hatin dayîn de hat destnîşankirin ku şanda navborî dê di civîna ligel rayedarên hikûmeta Federal a Iraqê de li ser xalên sînorî, mijarên gumrik û xercên sînor ên di yasaya bûdceya Iraqê biaxive.

Hat zanîn ku di şandê de Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed û Rêveberê Giştî yê Gumrikê Samal Ebdulrehman pêk tê.

Endamê Tevgera Hikmeta Niştîmanî Fehîd Cubûrî di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî de got, "Şanda Herêma Kurdistanê dê beşdarî civîna Rêveberiya Xalên Sînor ên Iraqê li Bexdayê bibe û mijarên girêdayî xalên sînorî gotûbêj bike."

Li gorî yasaya bûdceya Iraqê, divê Herêma Kurdistanê ji % 50yê dahata ku ji xalên sînorî werdigire, radestî Wezareta Darayî ya Iraqê bike ku ji bo şandina pişka xwe ji bûdceyê, yek ji wan mercan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin